4. 4
www.facebook.com/YezidiNationalUnion
www.facebook.com/KaniyaSipi
E-mailkhdr.yezid@gmail.com
www.yezdistan.blogspot.com
ÐÆØܲ¸ÆðºìÐð²î²ð²ÎÆâ`
º¼¸ÆܺðÆÒ²ÚÜêäÀ,
îÜúðºÜ`²¼Æ¼Â²ØàÚ²Ü
ÊØ´²¶Æð`ʸðвæàÚ²Ü
»ñÃÁÑñ³ï³ñ³Ïí³Í¿å»ï³Ï³Ý
³ç³ÏóáõÃÛ³Ùµ:
Ø»ñѳëó»Ý`ºñ¨³Ý23,²ñß³ÏáõÝÛ³ó2,12-ñ¹
ѳñÏ,7-ñ¹ë»ÝÛ³Ï,Ñ»é.`094558718
¶ñ³ÝóÙ³ÝÃÇíÁ`1164ïå³·ñ³Ï³ÝÙ³ÙáõÉ,
ïå³ù³Ý³ÏÁ`500,·ÇÝÁ`å³Ûٳݳ·ñ³ÛÇÝ:
»ñÃÁïå³·ñíáõÙ¿§ê³Ù³ñϦêäÀïå³ñ³ÝáõÙ
ù.ºñ¨³Ý,Î.àõÉÝ»óáõ57,Ñ»é.`24-75-50
De’wat e’mrê çawa her merivekî, isa
jî- her ÿzdîkîda, qewmandineke ferze, û her
ÿzdîk dice’dîne de’watê baþ, xweþ derbazke.
Lê her t’enê baþ û xweþ derbazkirina de’watê
bes nîne, wekî ewê h’esavkin ya ÿzdîa, yan- ya
ÿzdîkî. Ev gilî çima tê gotin? Çimkî we’de û
meriva ÿp’êce göhastin kirine nav qirarê def-
de’watê me.
R’aste, tê gotin, wekî we’de ya xwe
dike, lê em jî, qey tê bêjî, alîdikin, kö
qirarê ÿzdîtîê wexta def-de’watê me (û ne kö
t’enê de’f-de’wata) bêne bîrkirinê, û em ç’e’v
didine qirarê xelqê, qirarê xerîv, wekî p’ara
me nînin û em sifetê xwe indadikin û em
mînanî ne kö t’enê xwe navin, lê isa jî- qe
mînanî kesî navin…
Lê niha em derheqa qirarê þaya ÿzdîada
xeverdin, wekî, ze’f na, ha, 50 sal pêþda,
bawerbike t’am dihatne xweykirinê.
Cahila, fe’mdarîye, wexta þaya, yan
bi salixa, hevdö nasdikirin, hevdö
begemdikirin, û xorta derheqa temê xweda dig-
otine xûþk, birê xwe, gilî digihîþte mezina,
û çaxê dihatne ser wî gilî, wekî we’dê zewaca
kör’e, û qîz jî e’mirê wê ê nîþankirinêye,
qirardikirin her’in, wê qîzê bixwezin,
nîþankin. Dê-bavê xort diçûne mala bavê qîzê
û derheqa temê kör’ê xwe û temê xweda sivkayî
digotne dê-bavê qîzê.
H’îmlî diya qîzê ij qîza xwe dipirsî,
k’a ew wê yekêr’a qayîle. Qîzê bi fedîkirin,
h’erke xûþk yan bûka wê hebûn, digote wan,
wekî ew qayîle, evê xilazîê jî derheqa wê
yekêda digotne diya qîzê, diya qîzê jî- digote
malxê xwe.
Pey vê yekêr’a sozek didane dê-bavê
kör’, evê xilazîê jî bi r’azîbûn vedger’yane
mala xwe, e’lamî nefer, qewm-pismamê xwe
dikirin, wekî filankesê sozê qîza xwe daye
wan… Diqewimî, wekî hima wexta dayîna soz
dê û bavê kör’ “nîþanîk” (xiþirek (xelekek),
laç’ikek) qîzêva dikirin, h’etanî r’oja
k’ivþkirî her’in û qîzê nîþankin.
Berî nîþankirinê xwezgînîê qîzê,
h’îmlî- bavê kör’, pey silav-k’ilavar’a digot:
-Em hatine de’wa merivtayê we bikin.
Ev gotin h’esavdibû, wekî dixwezin
qîza wê malê nîþankin, kör’ê xwer’a
bixwezin û bivne mervê heve diha nêzîk, û baw-
erdikin, wekî saya h’al-zewacê þîrnayî,
xêrxazî navbera merivada diha zêde û meh’kem-
divin.
R’oja nîþankirinê çawa dê-bavê xort,
isa jî- dê bavê qîzê, gazî nefer, qewm-pis-
mamê xweye nêzîk dikirin, wekî ew hazirvin.
Çaxê bavê qîzê qayîlîa xwe dida, îzin
didan, wekî diya xort, k’ölfetê navsere
nîþanîê xwe (h’îmlî göstîleke zêr’) qîzê-
vakin. Pey vê r’izmêr’a hevdö bimbarek-
pîrozdikirin, döa’ bext-mirazê cahilê bermi-
raz dikirin, dixöarin, vedxöarin û hevdö
diqetyan. Fe’mdarîye, xort jî wê r’ojê
t’ev dê-bavê xwe dihat.
De, derheqa ya bûyîda dê-bavê çawa
xort, isa jî- qîzê, der-cînar, qewm-pismamê
xwer’a gilîdikirin, wekî ew derheqa ya bûyî-
da pêbih’esin.
Çendek dik’ete ort’ê, xort (ze’va) diçû
dîtina dergîstîa xwe. Wexta çûyînê, e’detî,
ze’va p’êþk’êþek (h’îmlî xiþirek) dergîstîa
xwer’a dibir. Me’nîa vê çûyînê ew bû, wekî
çawa herdö cahil hevdö, isa jî malbavanê
qîzê (dê, bav, xûþk, birê qîzê) xort diha baþ
naskin…
E’detî, qîz mala bavê xweda dirêj ned-
ima, lê çi jî hebûya, h’etanî de’watê, mala
xort wexta e’yd-e’refata, r’ojê e’zîz, ser bûka
xweda diçû. Seva bûkê p’êþk’êþ û xelat
dibirin. Ev qirar h’esavdive, tê navkirinê
sertêdan. Digotin- sertêdan birin. Seva bûkê
p’êþk’êþbirin.
H’etanî de’watê þîranî dixöarin.
Þîranî mala bavê qîzêda dibû. Dê-bavê xort,
t’ev qewm-pismam, xêrxazê xwe r’oja
k’ivþkirî diçûne mala bavê qîzê, k’îjanê h’e-
tanî hatina, çawa divên, xizmê xwe, idî k’arê
xwe dikirin. Wexta þîranî dê-bavê xort bi
xelat û p’êþk’êþ dihatin, isa jî- þîrnayî
kêmnedibû. Wexta þîranî p’êþ’kêþ û xelatê
bûkê dihatne gazîkirinê, wekî dê-bavê xort û
qewm-pismamê xort anîbûn, didan û isa jî
p’êþk’êþê zêr’ bûkêva dikirin. Malbavanê
bûkê jî r’oja þîranî seva zêya xwe
p’êþk’êþ û xelat dianîn. Isa jî e’detbû
qelnê bûkê bibir’in. Qelin, hilbet, welatê
T’ifaqa Sovêtîêye berêda, bawerbike hate
hildanê, bîrkirinê, lê herêkirin, h’etanî niha
jî maye û h’esavdive- e’seyî, wekî isa jî tê
navkirinê navqelin. Herêkirin bi p’êþk’êþ-
xelata dîhardibû, wekî mala xezûrê bûkê seva
mala bavê wê dianîn. Pey þîranîr’a jî çûyî-
na ze’vaye li mala xezûr hebû.
Dê-bavê qîz û xort paþê qirardikirin,
k’a þaya cahilê xwe k’engê bikin, k’îjan
e’detî, payîza dibû.
-1-
Wextê zerîa min nîþankirin,
Derê birîna min vekirin,
Birîn t’ije xwê dikirin,
Dermana- ç’ar pê nedikirin.
-2-
Derdê dila wê çawave?
Dil k’afire, r’a pê nave,
Eþqa dila betalnave,
Gelo, h’alê minê çawave?
-3-
Derdê dila kes nevîne,
Gele merîya dizêrîne,
Dil, kö k’etê- ç’are nave,
Dil t’ö dîna nah’evîne.
-4-
Çi dareke r’ex gêlîda,
Her belgekî serda sî da,
Þerîe’t jî qebûlnake-
Qîza h’ivede salî bidî mêrê bîda.
-5-
Çi kanînga qic-qicî,
Cotê kewa lê xer’icî,
Xwezla min wî xortî bêye-
Ç’e’vê xwe ger’and, dilê xwe zewicî.
-6-
Wî zinarî t’eqe-t’eqe,
Min göl çinî, te kir baqe,
K’ê dîtîye, k’ê bînaye- kör’ap ser qîzapê
biye aþiqe.
ÇEND K’ILAMÊ EVÎNTÎÊ
WEXTÊ ZERÎA MIN NÎÞANKIRIN
DEF-DE’WATÊ ŸZDÎA
(p’ara yekê)