This presentation is here also in Arabic, Farsi (Persian), Finnish, Kurdish Sorani and Somali.
VIGOR promotes sexual health (reproductive health included) among people in Finland who speak Arabic, Somali, Persian, Dari, and Kurdish. The project was launched in 2018 by Sosped Foundation, and it is funded by the Funding Centre for Social Welfare and Health Organisations (STEA). VIGOR operates in the Helsinki Metropolitan area, Turku and Kajaani.
The main goal of VIGOR is to train people from the target language groups to become mentors in sexual health and sexual rights. The training takes 27 hours, and includes information on e.g. sexual violence, contraception, female genital mutilation (FGM), and menopause. The mentors must have some prior experience of working with (sexual) health issues.
After completing the training, the mentors will share knowledge on sexual health in their own communities, and with health care professionals. The mentors get a remuneration for their work.
Read more about mentoring in the VIGOR blog. "A sensitive approach to discussing sexual health": https://vigorhanke.fi/a-sensitive-approach-to-discussing-sexual-health/
2. Mafê teye ku te jiyanek bê tirs û tenahî hebe, bi wê awayê ku tu
bixwey. Mafê teye ku bi awayek yeksan di gel te bê reftar kirin, tu çi
genc bî çi kal bî, jin bî an zilam, bav bî an dê, zarok bî yan mezin,
kêm indam bî an tendurust.
Mafê teye ku bi awayek yeksan gel te bê reftar kirin, wêca bawerî û
rengê pêsta te çi dibe bila bibe. Mafê wê yekê te heye ku bi awayek
yeksan gel te bê reftar kirin, bêy berçav kirina cîhê li dayikbûna te
an dîroka hatinate bo Fînlandê.
Tu kesekê mafê wê yekê nîne bi awayek sitemkarane, te sivik bike
an ji bi awayekê ku te li xelkê din kêmtir bibîne gel te reftarê biket.
Bo mînak ger tu xwadiyê pêwîstiyên taybetiy kes nikaribe pêşiya
jiyana te bigire.
Mafê reftara yeksan û çak
3. Mafê teye bi dirêjiya jiyana xwe bixwe ser ceste û bedena xwe
biryarê bidî. Heta ew dema ku jiyana hevbeş jî te pêk anîbe.
Mafê te bixweye biryar bidî kê dikare dest li cesteya te bidet.
Mafê te bixweye biryar bidî, çeva û li kudera cesteya te dikaribe
dest.
Tu kesekê mafê wê yekê nine tedaxula jiyana te bike û azara te bide
bi dest lêdan bi cesteya te.
Bo mînak tu kesekê mafê wî tuneye bi awayê şaş destê xwe bide
genc an zarokekê. ger dema kesek dest li te dide tu seh bi
nexweşiyê dikî û aciz tibî û dibêje te nabe bêjî kesekê, li wê
barêda gel kesek mezin biaxiv ku cîhê baweriya te be. dest lêdayîn
tucar nabe tiştek nepenî be.
Mafê cesteya xwe
4. Ne hewceye tu derbareya jiyana sêksiya xwe gel kesek din
bas bikî.
Te bixwe mafê wê yekê heye li ser jiyan û pêwendiyên
sêksiye xwe biryar bidî.
Tu kesekê mafê wê yekê nîne li derweyî îradeya te, te neçar
biket ji bo beşdarî kirin li pêwendiyek sêksî an temaşa kirina
kiryarek wilo.
Bo mînak kesê mafê wê yekê nîne te neçar bike bi zorê
temaşaya fîlmek sêksî li tv yan li rêya înternetê biket. her
wisa kesê mafê wê yekê nîne bêy xwestina te fîlmên seksî
li rêya telefonê ji bo te bişîne.
Mafê hebûna jiyanek sêks hêmin û çak
5. Te mafê wê yekê heye bixwe biryar bidî gel kesekê pêwendiya hez
lêkirinê te hebe an ne. Mafê wêyekê heye tu xwe biryar bidî ka gel
kesekê jiyana hevbeş pêk tînî an ne.
Mafê cudabûnê li pêwendiyê te heye. Her wisa mafê wê yekê te heye
tu tenê bimîni.
Pêwendî diviya li ser bingeha rêzgirtina beramber, dilxwaz û mafê wek
hev be.
Tu jî diviya rê bidî xelkên din wek ku xwe hez dikin bijîn.
Bo mînak mafê wê yekê te heye cuda bibî an telaqê wergir, ger jiyana
hevbeş naxwazî. xasmayî dema ku jiyana hawsergîrî tundutîjî û şîdet
têde hebe. bêhn firehî li jiyana hevbeş de heya astekê tê qebûl kirin.
Mafê girêdan û hilwişandina
pêwendiyan
6. Te mafê wê yekê heye, ku xwe biryar bidî ka tu zarokan
dixwazî an ne.
Ger tu zaroka naxwazî, mafê wê yekê te heye pêşiya dûgiyan
bûnê (heml) bigirî.
Zarok bûn an pêşiya zarok girtinê bi wateya pilana malbatî tê.
Bo mînak mafê teye tu bi xwe biryar bidî ka çend zarokan
dixwazî. Li Fînlandê belkî xwedî kirina malbatek mezin
zehmet bît. Dema dikevî hizra zarok û pilana malbatî, hizra
tendurustî û refah û asayişa xwe û malbata xwejî bike.
Mafê hebûn an nebûna zarok
7. Te mafê wê yekê heye ku li hemû jiyana xwede zanyarî û
perwerde derbareya tendurustî û tenahiya xwe bi dest bînî.
Zanyarî diviya dirust be û bi awayekeê be ku jê fem bikî.
Perwerde û zanîn diviya bi awayekî yeksan microvan li hemî
temenê xwede berçav bigire.
Bo mînak te mafê wê yekê heye zaniyariyên dirust û rast li
ser çewaniya pêşgirtin li dûgiyanî û hemlê bi dest bîni.
Karmendê xizmetguzar diviya bi zimanek fesîh û eşkire û
aram bot e şiroveya wê yekê biket heya tu bitemamî fêr
tibî.
Mafê bi destanîna zanyariyan
derbareyê tendirustiya xwe
8. Te mafê wê yekê heye xwediyê bawerî û hizra xwe bî. Her
wesa mafê teye ku bîr û baweriya xwe bêjî, bêy ku bikevî ber
tehdîd û gefan. Mafê teye ku cuda li xelkê din hizir bikî.
Derbirîna bîr û bawerî û her core çalakiyek diviya li ser
bingeha rêzgirtin li xelkê din be.
Rêz li bîr û baweriya xelkê din bigire, ger ew baweriya cuda li
baweriya te be.
Bo mînak hevalê te mafê bîr û baweriya taybete xwe heye.
Mafê te nîne tu hekaret û sivikatiyê bi wî/wê bikî ger ew
hizir wek hizra te nebe.
Mafê bîr û bawerî
9. Ger mafê te hatibe bin pê kirin, mafê te heye ku sikala û
şikayetê bikî û daxwaza berdêl û tezmînatê bikey.
Mafê te heye dema tu li jiyana zewacê de jî bî, daxwaza ewlê
li karbidestên dewletê bikî.
Bo mînak ger tu neçar hatibî kirin ji bo pêwendiya sêksî bêy
ku tu bixwe bixwazÎ, mafê wê yekê te heye ku gilî bikî û
daxwaza tezmînata xwe bikî.
Mafê hatine parastina yasayî