1. Gelo hûn dikarin deng bidin kû kar ên zêdetir bi dest bînin?
Hemû partî soza derfeta kar ên zêde didin. Lê gelo kî dikare mirov ên zêdetir mijûlî kar bike?
Derfeta kar ên zêde hewceye, bi taybet di nav civanan. Hinek waha difikirin kû baylozan
dikarin derfeta kar çê bikin. Hinek bi wê bawerê ne kû derfeta kar ên nwê di beşa welatî de çê
bikin. An jî di pêşe ên mezin de. Partîya navendî (Centre Party) , gor vê mijarê kû derfeta kar
ên nwê ji kûderê çê dibin nêrîneka wan a dî heye. Demak hûn bi wê bawerîyêne kû welatê
Swedê xwedî cîh û derfetê bo çê bûna kar ên nû ye, wê gave em ji wek we difikirin. Derfeta
kar ên dahatî, dikarin di nav karxane ên biçûk de, kû cem me gelekin bibînin. Di beşa xizmetî
de, her wekû, di navend ên pêş dibistanîyê, kofî û restoranan, û di kompanî ên têknolojîya
jîngehî ên pêşkewtî. Ev cûre karana tenê ji alîyê afirêner ên kar çê dibin. Afirêner ên kar,
mirov ên xwedî xeyalin. Ewana dixwazin pare û dema xwe li ser pilanek a sermaye danînê bi
cîh bînin. Dema kû ew pilana rast pêşvê biçe, kompanî pêşkewtî dibe û xebat kar ên zêdetir di
xizmetê de digre, ev xeyala dikare bi rastî bûnê biqewime. welatek dikare vê derfetê bo xeyal
ên mirovan, amade karîyê bike. Hûn difikirn kû kîjan welat zêdetir alîkarîya kompanîyan dike
kû xebata xwe dest pê bikin, berfireh bibin û pêşkeftî bibin? Alî ên çepgir, bi zêdekirina
malîyatan, pêwîst kirina afirêner ên kar bi dayîna beşek ji mafe dabîn karîya xebatkaran, û
qanûn ên serekîya tûnd girtinîya wan? An yekgirtûyî û partîya navendî kû rê bo çêbûna derfet
ên zêdetir di kompanî ên nwê de cêbecêh dikin?
Ev kareke kû partîya navendî dike:
Kêm bûna ber pîyan
Dive birêda birina kompanîyan hêsa be. Mirov ên kû di çêkirina xwarinê de an coşkarîyê de
pisporin. Dixwazin kû li wan buwarana de bixebitin. Ne ewa kû qanûn ên kû pêwîst nînin bi
cîh bînin. Bi dirêjahîya çar sal ên derbaz bûyî de berpîyan kêm bûne. Damezirandina mirovan
hêsa û kêm xerc bûye. Bo nimûne, me beşa afirêner ên kar bo dabînkarîya civanan nîvî kirîye.
Em daxwazîya berdewam bûna vê rîyê dikin.
‘LAS’ ek bo zemane me
Dema kû qanûna asayîya kar (LAS) di sala 1930 de hate çê kirin, mebesta wêya cêwaz kirina
hemû girûp ên civanan di dehsalîya 2010 an de nebû. Di vê demê de, LAS dij bi bawerîya
mirovan bi xwe dixebite. Karê civanan tûne, ji ber kû kompanîyan nawêrin ewana
damezirînin. Ji ber wê sebebê kû partîya navendî daxwazîya guhertin di LAS dike kû gerantî
bike civan ên zêdetir bi demeke zû bikevine nav bazara xebatê.
Çê bûna derfeta pêşkeftinê di nav beşdarîyan û şaredarîyan
Ji dîtina bayloz ên çepgir ên Swedê, xwedî kirek, demekî dibe xwedî kirekî baş kû
damezirandîyê beşdarîyê bibe, lê demakû bi xwere karekî rê bixe, xwedî kirekî nebaşe. Em bi
vê bawerîyê ne kû, demak ew bixwere bixebite, dikare elaqe û kêfxweşî û hêzeka zêdeitr bi
xweda bibîne. Ev mijara birêda ketinek kû dibe sebebekî bo xebata baştir di nexwaşxane ên
mezin de. Ev, gor xwendîngehan, xanî ên temen dirêjan, û navenda xwedî kirina zarokan jî
raste. Her weisa Swed bo xebata herî zêdeya jinan di rêde birina kompanîyan hewce dike!
Kompanî ên zêdetir bo navçe ên kû bo kar kirineka zêdetir hewce dikin
Gelek ji navçe ên niştecêhî li Swedê de, tijîye ji mirov ên kû xwedîyê ezmûn ên zêde ji hemû
cîhanêne. Hejmareka zêde ji mirovan dixwazin bixebitin lê nikarin. Ewana nikarin rîya xwe
bo bervî bazarê bibînin. Hinek mirov dixwazin wê pirskirêkê bi rîya poan ên zêde û qanûn ên
zêdetir çareser bikin. Bawerîya partîya navendî dijî wêyaye. Em dixwazin gel bikar anîn ji
2. kêm bûna malîyata kompanî ên kû di Rinkeby, Rosengård an Angered ne, derfeta çêbûna kar
amade bikin. Em vê projeyê navçe ên destpêka nwê (New Start Zones) binav dikin. Serkeftina
vê projeyê di birîtanîya, firansa û îtalîyayê daye xûya kirinê.
Bi dayîna dengê xwe bo partîya nevendîyê di heyva siptambirê, hûn bo çê bûna kompanî ên
nwê dengê xwe didin.