1. Jîngeh tenê erk nine. Belkû hezaran erke.
Amanca keska me hemûyan heye. Defrtea meya zêde bo gihîştina vê amancê heye demak bo
alîyê çepgirve neçin.
Demak sihol ên Greenland ê av bibin, wê demê negîranî ên meya dî ê neyê berçava. Hemû bo
vê naverokê wek hevin. Demak em bi rastî dixwazin kû pêşîya guhertin ên keş û hewayî
bigrin, dû rê pêşîya me heye. Hûn dikarin yek ji wan dû rîyana bo hilbijartina parlimanîya îsal
hilbijêrin hûn dikarin rîya alîyê çepgirê bibjêrin, kû mirov malîyata zêde dikin, dibêjin "na" û
desteya rawistana pêşkewtin û berfirehîyê dikşînin, anjî xweşbînin û bawer dikin kû nwêger û
afirêner ên kar xwedîyê vê hêzêne kû teknolojîyên bi jîngehê re bi hevre dibêjin bo jîyana
dahatîya me berfireh bikin. Rêya xweşbênî hewce bi hinek baylozan dike kû afirêner ên kara
fêm bikin û wan hes dikin. Hilbijartin gor mijara keş û hewayê, bi wê hêsayîyê ye.
Berîya hilbijartin ên heyva siptambirê, derbas kirina demekî bo fikir kirina gor dîrokê dikare
xwedî nirx bibe. Gelo evana bayloz ên alîyê çepgirî bûne an afirêner ên kar, kû bo dinyayê,
cîhê derxistina hêz ên ba, erebe ên kû bi jîngehê re wek hevya wan heye, katalîzkir û şewat ên
jîngehî kû niha di xizmeta medaye, dane? Gelo hûn difikirin kû kî dikare bo me gelek zêde ji
wana pêşkêş bike- wateye derfeta kar ên kesk çê bikin?
Partîya navendî, partîya herî nêzik di Swedê de gel kompanîyane. Her weisa em partîyekin kû
Swedê bervî xwedî bûna pilan ên bilind a sîyaseta keş û hewa a cîhanê rênimayî kir. Em bi wê
bawerîyê ne kû ev tevhevbûna, bo dahatîyê başe.
Hinek ji dewr ên kû li ser rêya partîya navendîyê ye:
Çira ên kesk bo erebeyan
Rêya kû bo alîyê çepgirane, gotina "na" bi erebe çêkirin û herwisa çê kirina cade ên nwê tê
encamê. Sîyaseta me " belê" bo erebe çêkirinê, lê "na" jî bo zêde bûna qirêjîyê ye. Ji ber
wêyaye kû em sîyaseta erebe ên bê malîyat kû bi jîngehê ve wekhevîya wan heye dilgermîyê
didin. Her weisa em dixwazin biştî sala 2015 jî xwedî erebe bibin, lê tenê erebe ên kû ji
şewata fosîlî bikar nayînin, erebe ên kû enerjîya xwe ji elektirîkê, gaz ên jîngehî û êtanolê
digrin. Em bi wê bawerêne kû Swed dikare yek ji welat ên pêşkewtî di çê kirina erebe ên kû
jingehêre wekhevîya wan heye bibe. Ev mijara dikare deh hezaran derfeta kar çê bike. Êdî,
divê erebeyan re bêjin "erê", bêyî wêya kû heskirîyê çepgiran bibin.
Pêşeyek a kesk
Enerjî ên tav û bayê, dikarin cêgirê enerjîya nift û komirê bibin. Partîya navendî dixwazedi
lêkolînan, berfirehî û bingeh ên abôrî ên nwê sermaye dayine. Em hewcehî bi hinek baylozan
dikin kû li beramber kompanîyan xwedî nêrîneka baş bibin ne bayloz ên çepgir. Hewcehîya
me bi malîyateka kêmtire ne zêdetir. Ber pîyên kêmtir bo afirêner ên kar, ne zêdetir. Ev dibe
sebeba pêşkewtinê. Kû dibe sebeba çêbûna derfeta kar ên kes.
Herêm ên kes ên bajaran
Di vê gave de gelek derfet ên kar li vêderê hene û hejmara kompanî ên nwê di herêm ên
bajarê bervî zêde bûnê dice. Û Swed di firotina xwarin ên bi awayek a baştir, ji niha jî baştir
bibe. Ev kara dikare bibe derfeta çê bûna 10,000 kar ên nwê. Gelek ji mirovan bey şêwzek a
jîyanê, an ezmûneka tûrîstî li dinyayê digerin. Di sal ên davî de, sermaye danîn di herêm ên
bajaran de zêde bûye. Partîya navendî dixwaze sermaye danîna xwe bo derfeta kar ên nwê û
herêm ên bajaran berdewam bike.
2. Pêşkewtin û teknolojîya nwê an hezkirina alîyê çepgiran ?
Alîyê çepgiran her tim dibêjin pêşkewtin û berfireh bûn, merc ên keş û hewa hildiweşîne. Lê
bîrya wede bimîne, kompanî ên balafirî, pêşeya enerjî, pêşeya erebe çê kirinê, hewcehîyê
lezgînî bo teknolojî ên nwê kû jîngehê re wekhevîya wan heye. Ev derefeta wanaye kûn
qazancê bikin û derfeta kar ên nwê çê bikin. Li kûderê dikarin bi teknolojîya pêwîst bo
parastina jîngehê bighêjin? Dema kû am bo alîyê çepgiran bizvirin, li Swedê nikarin.
Bi deng dayîna xwe bo partîya navendîyê di heyva siptambira kû pêşîyê daye, him bo mijûl
bûna ser kar û himjî bo keş û hewayeka paqiş deng didin.